Daxuyaniya Noam Chomsky li ser berxwedana Parka Geziyê, ji raya giştî re:

Îro bûyerên li kolanên Stanbulê û li çar aliyê kolanên tirkiyê de diqevimin. Ji beriyê her tiştê, ew bûyeran, ji bo gelan re bûye wek qada berxwedanê, li hemberê dagirkeran, zilimkaran, û berjevendiyên sermayedaran de. Û ew bûyeran hêzeke mezin dide gel û ev hêz rêya jiyaneke bi rûmet ji gel re nişan dide.

Ew bûyerên li Tirkiyeyê diqevimin gelek girîng in. Ji ber ku rola tirkiyeyê li Rojhilata Navîn de rolekî kritîk û herî pewîst e.

Tiştên ku li tirkiyeyê diqevimin vê gelek bandoran çebike. Bandorên wan hem li Rojhilatê hem jî Rojavayê jî ji niha ve tê dîtin.

Ew berxwedan , ew êrîşên Neo-lîberal li hemberê gelên navneteweyî de , yên ku ev sed sal e ku em di nav de ne didomîne, parçeyê vî serhildanê ye. Ew serhildanan dibe ku cur be cur bin, vê serhildan li her derê de çedibin.

Di destpêka vê sedsalê de li Amerîkayê Latîn, piştê tekoşînên bi salan re, di bandora dagirkeran de xwe xilas kir û her diçe jî nêzî serxwebuna xwe dibe.

Hinek devlet ,ew deyna wan ku ji neheqî ji wan re kiribûn mal, deyn dayîna xwe red kirin.

Hinekan jî wek Bakura Afrîkayê, ew rê û rêbazên ku ji wan re dibû asteng, ji wan rê û rêbazan dûr ketin û rêyeke din ji xwe digerin.

Bihara Araban jî, niha gavekî ye sekînîbe jî vê heman rêyê taqip bike.

Li wir jî, li hemberê bandora dagirkerên Ewrupayê yên sazîyên aborî û bernameyên aborî de bersîvên gelek xort hate dayîn.

Otorîteyên heremî û dîktatoran wan bernameyan rojane kirin. Ango destpê bikaranînê kirin. Vê gavê em nizanin ku vê ku derê here.

Niha, Tirkîye jî beşdarê rêxistinên û berxwedanên gel ,yên li Ewrupayê derketin, dibin. Bi taybetî li Yunanîstanê û Spanyayê dûra jî tevgerên li Amerîkayê de Wisconsin û îşgal kirina Parka Zucotti cî digire.

Li gorî min ew tevgeran hemû parçayê tepkîya raya gîştî yê cihanê ye. Ew tepkîyan di xizmeta ew kesên ku dewlemendiya cihanê yê aborîyê destê xwe digirin de bû, lê ji vir şunda jî di hizmeta tekoşîna yê ku li hemberê polîtîkayên civakî û aborî yên ku gelan kirr dikir û bandorekî zêde li wan dikir, de ye. Gelek cihan de jî, ew polîkayên bandorî li ser gelan de pirr zêde zulim jî dikir.

Ew salên ku derbas bûn, li Tirkiyeyê hinek paşve çûyînên bêtalîh çebûn. Di salên 1990an de jî wek filmên yê tirsoker bû. Her çikas di destpêka vê sedsalê de hinek peşve çûyîn çebin jî, niha li tirkîye ji hemû welatên cihanê zêdetir girtîyên rojnameger hene. Ji xeynî wan jî gelek zilmên cuda jî hene. Niha gel li hemberî wan tiştan berxwe dide.

Di destpêkê de ev berxwedan tinê li Stanbulê li hemberê avakirina xaniyekî de derket. Ev avakirin ji aliyekî xira kirina dîrok û xwezayê li wê cîyê ye yekî din jî polîtîkayên bi navê nûçekirina bajar de talan kirina bajarê tê. Loma, dûra ew çalakî yê ku stanbulê destpê kir bilav bû hemû qadên tekoşînên welet.

Ev tevger, di qada navnetewan de, ji bo kesên ku xwe ji bo berpiriyar dibînin re , parastina mafên mirovan, adalet, azadî û piştgirtiya a gel re dibe ku bibe sedem û derfetek e.

Bi rastî li her derê çalakiyên piştgirtiyê didomînin û heman demê de li tirkiyeyê ev tevger kesên ku ji wan re alîkarî dikin, dibin moralekî, têbîniyeke.

Ewan hemû tekoşînên asta navnetewî ye. Loma, divê ku alîkarî û piştgirtî bidomînin.

Eger ku em werin li ser pergalê ku bi aliyê hêzên dagirker ve hatiye avakirin, ev pergal Ewrupayê hêdî hêdî xira dike û li ser Amerîka jî tesîra xwe dide. Her wiha, ew tekoşînên tên holê wek şîyar kirinek e. Hêzên dagirker, divê ku ew polîtîkayên xwe bisekinin û bala xwe ne li ser kesên ku dewlemendîyê destê xwe digirin re , divê ku bala xwe bidin li ser gelan yên ku daxwazên û kemasiyên wan hene.

Niha li tirkiyeyê bûyerên diqevîmin, pêdîvîyên ji alîkariyên ya herî zêde û xurt re ronahîyek, hêviyek e.

Kesên ku li ênîyê pêşî de şer dikin, mirov dikare tinê ji wan re heyran bibe û hêvî bike ku ji bo wan şerên wan yên li hemberê neheqiyê de hatiye dayîn de serkeftin bê xwestin.

Her der Taksîm e, berxwedan her der e. Noam Chomsky

    This post is also available in: Turkish